Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Bruselê wê konferansek li dar bixin û bikin ku nexşerêyek li vir derxin holê.
Li gor nûçeya ANF'ê konferansa KNK'ê wê roja 3'yê kewçêra 2026'an li VUB (Vrije Universiteit Brussels) Nelson Mandela Hall a li Brukselê li dar bikeve. Armanc jê ew e ku di asta neteweyî û navneteweyî de hevkariyê saz bike.
KNK'ê di Civîna Xwe ya Giştî ya 24'an de ku rojên 6-7'ê pûşpera 2026'an li dar xist de nûneriya kurdan a li Neteweyên Yekbûyî anîbû ziman û gotibû, "Dîsa bi muzakereyê biryar hat dayîn ku serlêdana statuya “Emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin."
KNK dibêje meseleya kurdan meseleya 60 mîlyonî ye, KNK bi tena serê xwe nikare ji bin bar rabe, loma jî pêdivî bi hevkariya di asta neteweyî û navneteweyî de heye. Di vê çarçoveyê de wê konferansê lidar bixin.
Bername bi vî rengî ye:
03.10.2026:
- 10.05 – 10.15: Axaftina destpêkê
- 10.15 – 10.30: Pêyamên mêvanan
- 10.30 – 12.00: Pêşkêşiya pisporan û perspektîf
- 12.00 – 13.30: Axaftinên beşdaran û peyam
- 14.30 – 16.30: Axaftinên beşdaran û peyam
16.30 – 18.00: Plansazî û eşkerekirina encamnameyê
Diyarname
