• Monday, 28 September 2026
logo

Serok Barzanî sersaxiyê li malbata Kemal Şakir dike

Gulan Media September 17, 2026 Nûçe
Serok Barzanî sersaxiyê li malbata Kemal Şakir dike

Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya Kemal Şakir, Sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Kurdistanê û Wezîrê berê yê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, peyameke hevxemî û sersaxiyê belav kir û ew wekî siyasetmedarekî niştimanperwer binav kir ku jiyana xwe ji bo têkoşîna gelê xwe terxan kiribû. 

Deqa peyama Serok Barzanî: 

"Bi xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî ya sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Kurdistanê û wezîrê berê yê tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Kemal Şakir gihişt min. 

Xwedêjêrazî Kemal Şakir kesayetî û siyasetmedarekî nîştimanperwer ê Kurd bû ku jiyana xwe ji bo xebat û têkoşîna gelê xwe terxan kir. 

Ez serxweşiya xwe ji malbat, kessûkar û hevalên xwedêjêrazî Kemal Şakir re radigihînim û xwe bi hevparê xema wan dizanim. 

Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku cihê wî bike bihişt û sebr û aramiyê bide hemû aliyan. 

Inna lillah wa inna ilayhi raji'ûn" 

 

 
 

 

K24

Top