• Monday, 28 September 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî diçe Silêmaniyê

Gulan Media September 16, 2026 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî diçe Silêmaniyê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarbûna lûtkeyeke bilind a aboriyê, roja pêncşemê diçe Silêmaniyê.

Serokê Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Dr. Nûrî Osman îro ji Rûdawê re got:

"Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê roja pêncşemê biçe Silêmaniyê û beşdarî lûtkeyeke bilind a aboriyê bibe."

Li gorî gotina Dr. Nûrî Osman, Nêçîrvan Barzanî dê di lûtkeyê de gotarekê pêşkêş bike.

Lûtkeya Aboriyê ya Silêmaniyê rojên 17 û 18ê Îlonê tê lidarxistin.

Yek ji mijarên sereke yên lûtkeyê gotûbêjkirina rewşa aboriyê û sektora hilberînê ye.

 

Rudaw

Top