Rûsyayê du bajarokên Ukraynayê kontrol kir
Wezareta Parastinê ya Rûsyaya ragihand ku wan bajarokên Zaporizhzhia û Kharkivê yên Ukraynayê kontrol kirine û di 24 saetên dawîn de hezar û 25 dron xistine xwarê.
Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin, hêzên Rûsyayê li 142 deveran cihên lojîstîkî û tesîsên binesaziya leşkerî yên Ukraynayê kirine armanc
Di heman demê de hêzên Flota Deryaya Reş keştiyek bê mirov a Ukraynayê têk bir.
Li gorî wezaretê, pergalên parastina hewayî di 24 demjimêrên dawîn de du mûşekên neptûnê û hezar û ok25 dronên Ukraynayê xistine xwarê.
Ronahi.tv
