• Monday, 28 September 2026
logo

Qesas: Pêdiviya Sûriyeyê bi sîstema demokratîk û nenavendî heye

Gulan Media September 15, 2026 Nûçe
Qesas: Pêdiviya Sûriyeyê bi sîstema demokratîk û nenavendî heye

Li Sûriyeyê di vê pêvajoya nû de daxwaza sîstemeke siyasî ku bikare garantiyê bide ku sûriyeyî xwe bi rê ve bibin, mafên wan werin parastin û yekitiya welat biparêze, tê kirin.

Di vê derbarê de serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê Fîras Qesas ji ANHA`yê re axivî.

Fîras Qesas rewşa Sûriyeyê nirxand û got pêdiviya Sûriyeyê bi sîstemeke demokratîk û nenavendî heye û got divê welatî xwe bi xwe xwe bi rê ve bibin.

Ji bo sîstemên berê yên dewletê Qesas got tecrubeya Sûriyeyê bi navendîparêziya tund re bû sedema biryarên siyasî, îdarî û aborî li ser hesabê civakê bi paytextê ve were sînordarkirin. Divê sîstemeke siyasî ku mezheb û neteweyan parçe dike neyê avakirin, dibe ku ev parçebuyîn bibe sedema di hundirê dewletê de her tim sînor hebin.

Qesas di berdewama axaftina xwe de got dema sûriyeyî ji hemû herêman hîs bikin ku dewlet nûnertiya wan dike û ew dikarin xwe bi rê ve bibin, yekitiya Sûriyeyê xurttir dibe.

 

Qesas got pirsgirêka Kurd, pêdiviya wê pê heye ku di destûra Sûriyeyê de hebûn û nasnameya gelê Kurd fermî bikin, mafên wan ên neteweyî û çandî bidin. Pêkhateyên dîtir jî pêdiviya wan pê heye ku li beramberî veguhertinên siyasî yên çêdibin hebûn û mafên wan werin parastin.

Qesas anî ziman ku tenê biryarnameyên destûrî têrê nakin ku garantiya dayîna mafên pêkhateyan bidin û wiha got: "Divê saziyên ku van biryarnameyan pêk bînin û dema werin binpêkirin hesab bixwazin, hebin, gelekî girîng e ku partiyên siyasî hebin ku bişopînin, lêkolîn bikin û li hemberî wê derkevin. Divê edaleta veguhêz heqîqetê derxe, binpêkirinan belge bike û aqûbeta kesên windakirî zelal bike. Bi rêya dadgehan hesab ji berpirsên van sûc û binpêkirinan bixwaze, saziyên destûr dane ev sûc werin kirin sererast bike û civak li hev were. Divê ferdên sûc kirine berpirsyariya xwe rakin û komên olî, neteweyî yan jî herêm neyên sûcdarkirin. Her kes divê di pêvajoya edaleta veguhêz de berpirsyar nêz bibe."

Di dawiyê de Fîras Qesas got: "Yekitiya Sûriyeyê bi hevpeymana siyasî ve girêday ye, yekitiya welat xurt dibe dema ku sûriyeyî hîs bikin ew wekhev in, mafên wan têne parastin û di rêvebirina welat de nêrîna wan jî heye."

ANHA 

 

 

Top