Sîpan.. şervanê ku navê birayê xwe yê şehîd heta şehadetê rakir
Samî Hiso li bajarê Hesekê çavên xwe li dinê vekir, beriya wî 8 xwîşk û 5 birayên wî ji dayîk bibûn, Samî di temeneke xwe ya biçûk de sêwî bû, ew li ser destê xwîşk û birayên xwe hat mezinkirin.
Samî dixwest xwendina xwe bidomîne, lê destpêkirina Şoreşa Rojava û êrişên ku rû dan, hişt ku ew dest ji daxwaza xwe berde û sala 2013`an tevlî nava refên parêzvanên Rojava bibe.
Ji bilî Samî di malbata wî de 33 şehîdên di nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hebûn.
Di sala 2013`an de Samî beşdarî nava refên hêzên parêzvanên Rojava bû, li bajarê Serêkaniyê li hemberî êrişa hovane ya Cebhet El Nusra derket û parastina herêmê kir.
Sala 2017`an birayê Samî di şerê li dijî DAIŞ`ê li herêma Şedadê şehîd bû, Samî jî navê birayê xwe yê şehîd (Sîpan) li xwe kir û rêya wî şopandin.
Samî (Sîpan Hesekê) beşdarî hemleyên QSD`ê yên rizgarkirina bajarên Tebqa, Reqa, Dêrazorê û bajarokê Baxozê ji DAIŞ`ê bû.
Xwîşka şehîd Samî (Sîpan) Foza Hiso dibêje ku şehîd Sîpan di biçûkaniya xwe de bi exlaqê xwe yê baş û rêzdariya xwe ya ji bo hemû kesî dihate naskirin û got: “Hezkirineke wî ya taybet ji bo xwîşkên wî hebû, ew bi awayeke domdar rewşa wan dipirsî.”
Foza wiha li axaftina xwe zêde kir: “Şehîd Sîpan dixwest xwendina xwe bidomîne, lê paşê xwest bibe şervanek parastina xaka xwe bike û li ser rêya biryarê xwe yê şehîd bimeşe, pê re jî armanca ku birayê wî ji ber şehîd bû pêk bîne.”
Biryara tevlêbûna Şehîd Sîpan a ji bo QSD`ê bi piştgiriya malbatê pêk hat.
Foza Hiso wiha got: “Me ji çûkaniya wî ve, hezkirina welat, Kurdistanê û doza kurdî di dilê wî de çand. Tevî biçûkaniya wî jî ew keseke xwedî hişmendiyeke têrker bû.”
Şervanê Lîwaya Hesekê ya piştî entegreya QSD`ê û artêşa Sûriyeyê, di 10`ê Îlonê de piştî revandinê, bi destê komeke çekdaran ve hat kuştin, Sîpan amadekariyên lidarxistina şahiya daweta xwe dikir.
Birayê mezin ê Şehîd Sîpan daxwaz ji hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku hesabê ji sûcdaran bixwaze, ew ê dozekê li hemberî sûcdaran veke, wan soz ji hikumetê girtine ku dê sûcdar werin darezandin.
ANHA
