• Monday, 28 September 2026
logo

Li Kobanê şîn hat ragihandin

Gulan Media September 13, 2026 Nûçe
Li Kobanê şîn hat ragihandin

Ji bo 9 şehîdên ku di encama şewata girtîgehê de şehîd bûn li Kobanê du rojan şîn hat ragahandin.
Duh di seet 02:00 yê berbanga sibehê de, li zindana Kobanê şewatek rû da, di encama wê şewatê de 9 kes şehîd bûn.  Îroj jî li bajarê Kobanê ji bo wan şehîdan şîn du rojan hat ragihandin.

Ji serê sibehê ve. Li seranserî bajarê kobanê bi taybetî li sûka navendî dukan û cihên bazirganiyê wekî nîşaneya rêzgirtinê û şîna ji bo giyana şehîdan, hemû hatin girtin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku kar li tevahî bajêr hatiye sekinandin û hemû kolanên Kobanê ji ber şînê vala ne.
Di heman demê de ku hatibû ragihandin îroj merasîma 9 şehîdan e, lê ji ber şînê hat talûqkirin û dê siba di seet 05:00 piştî nîvrojê, merasîm bê li darxistin.

 

Ronahi.tv

Top