• Monday, 28 September 2026
logo

Malbatên Serêkaniyê yên ku vegeriyane rastî astengiyan tên

Gulan Media September 12, 2026 Nûçe
Malbatên Serêkaniyê yên ku vegeriyane rastî astengiyan tên

Piştî salên dûdirêj koçberên Serêkaniyê di çarçoveya xebatên vegera koçberan vedigerin cihê xwe.
Heta niha hezar û 99 malbatên koçber ên Serêkaniyê.
Lê malbatên ku vedigerin rastî gelek zehmetiyan tên .
Rastî wêraniya malan, kêmbûna xizmetguzariyên sereke tên.
Li kêlek girtina rêyên sereke li pêşiya tevgera şêniyan barê wan girantir dike.
Koçberên Serêkaniyê bi karwanan, di Tebax û Îlonê de dest bi vegera li herêm û gundewarên xwe kir.

Koçber li hejmareke gundewarên xwe yên girêdayî Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê vegeriyan.

Di her du karwanan de hezar û 99 malbat

Di karwanê yekemîn de 410 malbatên ji gundewarên başûrê Serêkaniyê 10`ê Tebaxê vegeriyan warê xwe.

Di 8`ê Îlonê de karwanê duyemîn ê ku ji 689 malbatan pêk dihat, berê xwe da warê xwe.

Bi vî awayî heta niha bi rêya 2 karwanan nêzî hezar û 99 malbat vegeriyane.

Vegera koçberan di nava rewşeke zehmet de pêk tê.

Koçberên ku vegeriyane mal û gundên wan wêrankirî ne, pêdiviyên jiyanî yên sereke tune ne.

Ava vexwarinê û kehrebe tune ne, ev yek dihêle ku îstiqrar pêk neyê.

Rewşa rêyan astengiyeke din e li pêşiya koçberên ku dê vegerin, hîn hejmarek rêyên sereke girtî ne.

Di pêvajoya gihandina pêdiviyê sereke û mijarên xizmetguzariyê ji bo vegera şêniyan jî astengî derketin.

Daxwazên dabînkirina pêdiviyên îstiqrarê

Koçberên ku vegeriyane ji bo çûn û hatinê, dixwazin ku bi awayekî lezgîn rêyên sereke werin vekirin.

Koçberên ku vegeriyane bang dikin ku destek û piştgiriyê bide wan.

Her wiha ji bo dabînkirina xizmetguzariyên esasî wekî av û kehrebeyê xebatê bidin meşandin.

Ji bo rakirina wêraniyê, sererastkirina binesazî û rêyan daxwaza xebatan kirin.

Nêzî 12 hezar malbat li benda vegerê ne

Li gorî Komîteya Koçberên Serêkaniyê hejmara malbatên ku koç kirine nêzî 13 hezar malbat in.

Piraniya malbatan li herêmên cuda yên herêma Cizîrê, bajarê Kobanê û herêmên din dimînin.

Bi vegera hezar û 99 malbatên koçber , nêzî 12 hezar malbat beriya hatina werzê zivistanê benda vegerê ne.

Hefteya bê karwaneke nû diçe

Tê payîn ku di hefteya bê de karwanekî nû yê koçberên Serêkaniyê bi rê bikeve.

Piştî vê karwanê, dê di demên pêş de karwanên cuda yên şêniyan berê xwe bide cih û warê xwe.

 

Ronahi.tv

Top