• Monday, 28 September 2026
logo

Serokwezîrê Iraqê: YBŞ’ê wê çekên xwe radestî dewletê bike

Gulan Media September 12, 2026 Nûçe
Serokwezîrê Iraqê: YBŞ’ê wê çekên xwe radestî dewletê bike

Serokwezîrê Îraqê ragihand ku Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) wê dest bi radestkirina çekên xwe bikin.
Li gel vê, da xuyakirin ku Çiyayê Şingalê bi temamî dikeve bin kontrola hêzên ewlehiyê yên Iraqê.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriya Iraqê:

Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Elî Zeydî.

Şandeyeke Hevpeymaniya Doza Êzidiyan a bi serokatiya parlamenter Mûrad Îsmaîl û (YBŞ) pêşwazî kiriye.

Di hevdîtinê de têkildarî rewşa Şingalê hatiye gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku ji bo aramiya herêmê kontrolkirina çekan tenê di destê dewletê de gelekî girîng e.

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî dibêje ku ev gav di çarçoveya avakirina dewleta saziyan de ye.

Dewlet dê maf û fedakariyên endamên (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û qurbaniyên wan misoger bike.

Ev yek dê bi rêya birêxistina rewşa wan û tevlîkirina kesên mercên wan guncav in di nava saziyên fermî yên ewlehiyê yên Iraqê de li gorî qanûnê were kirin.”

 

Runahi.tv

Top