Parêzgarê Hesekê ji bo terorkirna Sîpan Hiso sersaxî xwest
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, bi rêya tweetekê li ser platforma "X", sersaxî ji malbata şervanê Lîwaya Hesekê Sîpan (Samî Şêxmûs Hiso), ku ji aliyê komeke çekdar ve hate revandin û şehîd bû re xwest.
Ehmed diyar kir ku wî ferman daye rayedarên ewlehî û dadweriyê yên têkildar ku sûcdaran û her kesê ku îspat bûye ku tê de beşdar e bişopînin û wan radestî edaletê bikin.
Ehmed sûcê şermezar kir û da zanîn ku dê li hember ti kiryarên ku ewlehiya welatiyan tehdît dikin nermî neyê kirin.
ANHA
