• Monday, 28 September 2026
logo

Mistefa Ebdê: Hemû koçber dê vegerin û hemû rê werin vekirin

Gulan Media September 10, 2026 Nûçe
Mistefa Ebdê: Hemû koçber dê vegerin û hemû rê werin vekirin

Endamê Tîma Serokatiyê Mistefa Ebdê da zanîn ku îro nêzî 700 malbatên koçber ên ji Serêkaniyê vedigerin malên xwe, ev yek di demekê de ku rêkarên ewlehî û lojîstîkî ji bo vegerê tên temamkirin, pêk tê.

Mistefa Ebdê bi rêya civîneke çapemeniyê beriya birêketina karwanê duyem ê koçberan diyar kir ku pêvajoya vegerê bi tensîqa di navbera Komîteya Koçberên Serêkaniyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rêxistinên Neteweyên Yekbûyî (NY) û Saziya Xêrxwaziyê ya Barzanî pêk tê.

Mistefa Ebdê destnîşan kir ku lîsteya navên koçberên ku dê vegerin a ku ji hêla Komîteya Koçberên Serêkaniyê ve hatiye pêşkêşkirin, tê lêkolînkirin, di heman demê de xebatên başkirina rewşê di nava bajêr de, çareserkirina pirsgirêkên girêdayî malên koçberan û valakirina wan malan ji niştecihan pêk tên.

Ebdê da zanîn ku tu koçber heta ku pirsgirêka girêdayî gund û malên wan ji hêla aliyên peywendîdar ve neyên çareserkirin, venagerin.

Girêdayî mijara vekirina rêyên Til Temir-Serêkaniyê û Dirbêsiyê-Serêkaniyê, Ebdê diyar kir ku 3 tîm xebatên xwe yên rakirina mayînan didomînin, piştî bidawîkirina xebatên rakirina mayînan dê rê werin vekirin.

Mistefa Ebdê da zanîn ku vegera koçberên Serêkaniyê yên mane dê di çend rojên bê de bi rêya karwanên birêxistinkirî û lîsteyên ku Komîteya Koçberên Serêkaniyê pêşkêş dike, pêk were, ji ber nebûna navên çend koçberan di lîsteyê de, bi karwana yekem re pirsgirêk derket.

 

ANHA

Top