• Monday, 28 September 2026
logo

Li Kongoyê agir bi dibistanekê ket: Herî kêm 17 kes mirin

Gulan Media September 10, 2026 Nûçe
Li Kongoyê agir bi dibistanekê ket: Herî kêm 17 kes mirin

Li bajarê Bukavu yê Kongoyê, ku di bin kontrola komên çekdar de ye, agir bi dibistanekê derket.
Di encamê de herî kêm 17 kesan, jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî şahid û çavkaniyên tenduristiyê, 17 cenaze, di nav de mêr û zarok, ji cihê bûyerê bi ambulansê hatin birin.

Navendeke tenduristiyê got:

Cenazeyê 10 kesên di agir de mirî ne li gel wanin.

Nexweşxaneyeke din ragihand ku zêdetirî 50 xwendekar hatine rakirin û ji wan 14 kes mirine.

Hêj sedema derketina agir nehat eşkerekirin.

Koordînatorê ittîfaka çekdar Corneille Nangaa got:

Hîna jimarek zelal ya kesên mirî li gel wan nîne.

Her weke texmîn dike ku jimar derdora 10’an e.

Bajarê Bukavu ji sala borî ve di bin kontrola çekdarên AFC/M23 de ye.

Ev koma çekdaran piştevaniya xwe ji Rwandayê digre.

Top