• Monday, 28 September 2026
logo

Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke leşkerî ya Brîtaniyayê kir

Gulan Media September 10, 2026 Nûçe
Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke leşkerî ya Brîtaniyayê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî nîvroya îro Pêncşemê, 10ê Îlona 2026ê, pêşwazî li şandeke leşkerî ya Brîtaniyayê bi serperştiya Cîgirê Admîral Edward Ahlgren, Şêwirmendê Bilind ê Bergiriya Brîtaniyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê, kir.

Di wê civînê de, ku Konsulê Giştî yê Brîtaniyayê li Herêma Kurdistanê jî tê de amade bû, dîtin û nerîn li ser pêşveçûn û guhertinên ewlehiyê yên dawiyê yên Herêma Kurdistanê, Îraq û deverê li hev hatin guhertin.

Her du alî li ser giringiya zêdetir pêşxistina peywendiyên dîrokî û hevahengî û harîkariya ewlehiyê ya navbera Herêma Kurdistanê û Brîtaniyayê hevnerîn bûn.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya piştgirî û harîkariya Şanşîna Yekgirtî û hêzên hevpeymanan bo Herêma Kurdistanê tekez kir.

Pêdivîtiya çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna kabînaya nû ya hikûmetê û çareserkirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingehê rêzgirtina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê jî pareke dî ya danûstandinan bû.

 

 

K24

Top