Şandeyek ji Zanîngeha Kobanê serdana Zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê kir
Rêveberiya zanîngeha Kobanê serdana zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê kir û ji bo pêşxistina hevkariya akademîk û zanistî li hevdû kir.
Rêveberê zanîngeha Selahedîn Dr. Kamîran Yûnis, Gerînendeyê Nivîsgeha Têkiliyên Navneteweyî Dr. Awara Emîn û endamên Desteya Rêveber a zanîngehê şandeya zanîngeha Kobanê pêşwazî kir.
Şandeya zanîngeha Kobanê ji hevserokên zanîngehê Şervan Mislim, Xezne Îbrahîm, Cîgirê Karên Akademiyê Mistefa Moro û Nûnera zanîngeha Kobanê ya Ewropayê Roka Şido pêk dihat
Her du zanîngehan li ser hevkariya akademîk û zanistî, pêşxistina lêkolînên hevbeş û destekdayîna hevdû peyman îmze kir.
Ronahi.tv
