Koçberên Girê Spî: Sendûq El Siyade dest danî ser mal û milên me
Desteserkirina mal û milkên Kurdan li Parêzgeha Reqayê berdewam dike.
Saziya Hukûmeta Veguhêz a bi navê Sendûq El Siyade dest danî ser milkên Kurdan li gelek gundên Girê Spî.
Di demek ku kurdên Girê Sipî li benda vegera li gundên xwe bûn, vê saziyê dest daniye li ser erdên kurdan û ji bo çandiniyê ji bo xwe cot kirê ye.
Li nava sînorê Parêzgeha Reqayê, li şûna vegerandina mal û milkên desteserkirî yên kurdan, binpêkirin û desteserkirina mal û milkên wan berdewam dike.
Siziya bi navê Sendûq El Siyade ya girêdayî Hukûmeta Veguhêz a Sûriyê li ser şopa komên çekdar ên ser bi Tirkiyê de van destdeserkirinan dewam dike.
Li dehan gundên Girê Spî vê saziyê jî dest danî ser mal û milkên Kurdan.
Sendûq El Siyade zeviyên gundên Kurdan li Girê Spî ji xwe re diçîne
Li gel “Sendûq El Siyade” hin malbatên Ereb jî dest datîne ser zeviyên Kurdan û ji bo xwe cot dikin.
Kurdên ku milkê wan rastî desteserkirê hatine ji televezyona me Ronahî TV’î re navên gundan ragihandin.
Navên hin gundên kurdan ku Sendûq El Siyade mal û milên wan desteser kirin ev in:
Yabse, Kendalê, Til Findir, Til Exder, Şet Rehman, Hîcaziye, Bedrî, Ebû xireze û dirûbye ne.
Kurdên Girê Spî banga vegera gundên xwe dikin
Piştî ku Peymana 29’ê Çile hat îmzekirin, Kurdên Girê Spî jî bi hêviyeke mezin çavên wan li vegera gund, mal û milkên xwe bûn.
Lê tevî ku zêdetirî 8 meh di ser peymanê re derbas bûye jî li şûna vegerê, zeviyên wan destdeserkirî ne.
Kurdên ku zirar dîtine bang li aliyê peywendîdar kirin ku dawî li van desteserkirina malên Kurdan were kirin û daxwaza vegera warê xwe dikin.
Koçberên Reqa, Şehba û Eyn Îsa li benda vegera warê xwe ne
Ji aliyekî din ve, kurdên Eyn Îsa û navenda Bajarê Reqa jî di nav mercên gelek zehmet de, hîna jî li benda vegera malên xwe ne ku ev yek xaleke sereke ya peymana 29’ê Çile bû.
Di heman demê de tevî ku meh di ser vê peymanê re derbas bûne jî, ti gaveke ber bi çav di dosya koçberên Kurdên Til Hasil, Til Eran, Şehba û Minbicê de jî nehatiye avêtin.
Bi nêzikbûna Demsala Zivistanê û bihabûna kel û pelên jiyanê, êşa wan girantir dibe, ji ber vê yekê daxwaza vegera li Gund û malên xwe dikin.
Ronahi.tv
