• Monday, 28 September 2026
logo

Balyozê Rûsyayê spasiya alîkarî û hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Gulan Media September 8, 2026 Nûçe
Balyozê Rûsyayê spasiya alîkarî û hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya bidawîhatina erka wî ya dîplomatîk li Îraqê, îro 8î Îlonê 2026an, pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Îraqê Elbrus Kutrashev kir. 

Di civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya balyoz kir, ji bo xebata wî ya ji bo geşepêdana peywendiyan ligel Herêma Kurdistanê û di erkê wî yê paşerojê de serkeftin ji bo wî xwest. 

Her du aliyan tekezî li ser giringiya geşepêdana peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de kirin. Balyozê Rûsyayê spasiya alîkarî û hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji bo serkeftina erkê wî û xwesteka welatê xwe jî ji bo bihêzkirina peywendiyên dualî nîşan da. 

Di tewereke din a civînê de ku Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê Maxim Rubin jî amade bû, pêşhat û guhartinên dawî yên rewşa giştî ya Îraqê û navçeyê hatin gotûbêjkirin. 

 
 

 

K24

Top