Rejîma Îranê êrişî Kampa Komele ya li Sûrdaşê kir
Rejîma Îranê careke din bi sê droneyan êrişî ser kampa malbatên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ya li Sûrdaşê kir.
Danê siharê, rejîma Îranê bi rêya balafirên bê mirov (drone), êrişî kampa Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ya li Sûrdaşê ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê kir.
Tê gotin êriş bi sê dronan hatine kirin.
Di encamê de hinek xanî şewitîne, lê tu ziyanên canî çênebûne.
Hêjayî gotinê ye li gorî daneyên Komeleyê, ji destpêka şerê navbera Îran û Amerîkayê ve, heta niha zêdetirî 108 caran bi rêya drone û fuzeyan kampên Komeleyê hatine bombebarankirin.
Rudaw
