• Monday, 28 September 2026
logo

Karwanê duyemîn ê koçberên Serê Kaniyê 8`ê Îlonê bi rê dikeve

Gulan Media September 6, 2026 Nûçe
Karwanê duyemîn ê koçberên Serê Kaniyê 8`ê Îlonê bi rê dikeve

Roja Sêşemê wê kerwanê duyemîn yên koçberên Serêkaniyê bi rê bikeve.
Kerwan ji 725 malbatên gundewarên Serêkaniyê û Til Temir û Ziragnin.
Li gor agahiyên ajansa AHNA’ê roja Sêşema bê karwanekî din ê koçberên Serêkaniyê bi rê dikeve.

Ev koçber yên gundewarê Serêkaniyê û gundên derdora deverên Til Temir û Zirganê ne.

Li gorî Komîteya Koçberên Serêkaniyê, kerwan ji 725 malbatên kampa Serêkaniyê pêk tê.

Ev karwan beşek ji hewldanên berdewam e ji bo vegerandina malbatên koçber bo malên wan e.

Tê payîn ku pêvajoya vegerê bi hevkariya rayedarên têkildar û Komîteya Koçberên Serêkaniyê were meşandin.

Her wekî dê tedbîrên pêwîst ji bo rêkxistina tevgera malbatan werin girtin.

Hêjayî bibîrxitinê ye karwanê yekem di 10’ê Tebaxê de bi beşdariya nêzîkî 400 malbatan bi rê ket.

 

ANHA. Ronahi.tv

Top