• Monday, 28 September 2026
logo

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bo destpêkirina vegera koçberan daxuyaniyek da

Gulan Media September 5, 2026 Nûçe
Komîteya Koçberên Serêkaniyê bo destpêkirina vegera koçberan daxuyaniyek da

Komîteya Koçberên Serêkaniyê ji bo ji nû ve destpêkirina karwanên vegera koçberan daxuyaniyek weşand.
Komîteyê diyar kir ku karwanê koçberan ji 725 malbatan pêk tê û dê di çend rojên bê de bi rêkeve.
Komîteya Koçberên Serêkaniyê ji bo ji nû ve destpêkirina karwanên vegerê daxuyaniyek parve kir.

Komîteyê got, ev koma ku wê bi rêkeve ji koçberên kampa Telai ya Serêkaniyê ye. ji nêzî 725 malbatan pêk tê.

Komîteyê anî ziman ku ew bi berdewamî tevahî pêşdeçûnên girêdayî dosyaya vegerê dişopînin.

Peywendî û hevrêziyê bi aliyên eleqedar re dikin ku koçberên vegerin biparêzin û mafên wan peyda bikin.

Her wekî tevahî tedbîrên guncaw pêk bînin ku zêdegavî yan jî binpêkirin li dijî wan neyên kirin.

Komîteyê diyar kir ku xebatên wan ji bo bidawîanîna êşên koçberan didomin.

Her wekî da zanîn ku ku mafê vegerê mafekî parastî ye û armanca bingehîn dê misogeriya vegera li warê xwe be.

 

Rudaw

Top