• Monday, 28 September 2026
logo

Li Kongoyê hejmara mirinên ji ber Ebolayê 3 hezar derbas kir

Gulan Media September 2, 2026 Nûçe
Li Kongoyê hejmara mirinên ji ber Ebolayê 3 hezar derbas kir

Li Komara Demokratîk a Kongoyê, metirsiya ji şewba Ebola zêde dibe.
Hejmara kesên ku ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane 3 hezar derbas kiriye.
Li Komara Demokratîk a Kongoyê, hejmara kesên ku ji ber Ebola jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 3 hezar û 7 kesan.

Li gorî daneyên hikûmetê, hejmara kesên ku bi nexweşiyê hatine piştrastkirin jî gihiştiye 6 hezar û 186 kesan.

Ebola li bakurê rojhilatê welêt belavbûna xwe didomîne û ev bela niha wek mezintirîn û kujertirîn belaya Ebola ya dîroka Kongoyê tê hesibandin.

Pisporên tenduristiyê dibêjin ku sistbûna pergala şopandinê, ne-ewlehî û dreng tespîtkirin û bilez dermankirina nexweşan astengiyan derdixin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê texmîn dike ku nêzîkî ji sedî 60’ê mirinên Ebola li derveyî navendên dermankirinê pêk tên.

Ji bo cureya Bundibugyo ya Ebola, hêj derzî an dermankirineke pejirandî tune ye.

Lê gelek derziyên ceribandinê niha di qonaxên pêşdebirinê de ne.

 

 

Ronahi.tv

Top