Erdogan: Em ê tevî cudatiyên xwe di Tirkiyeyê de bibin yek
Serokomarê Tirkiyê Erdogan jî têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî.\
Erdogan got, “gel ev pêvajo meyandiye û mayayê jî girtiye.”
Erdogan di balafirê de dema ku ji Kirgizîstanê vedigeriya ji rojnamevanan re axivî.
Îdîa kir ku têkildarî pêvajoyê wekî dewlet xwedî plan û nexşerêyekê ne û got:
“Ne pêkane bûyerên wisa bi teqwîmeke diyarkirî bimeşe.
Jê wêdetir em wekî armancekê li meseleyê dinêrin.”
Erdogan da zanîn ku Lijneya Şopandin û Nirxandinê ya pêvajoyê di çarçoveya erkên diyarkirî de dest bi plansaziyê kiriye û got:
“Ji bo ku qanûn bikeve meriyetê divê rêxistin bi pratîkî çekan deyne û tasfiye bibe.”
Serokomarê Tirk bi bîr xist ku pêvajoyên wisa ji provakasyonê re vekirî ne û xwest ku “pêvajo pir dirêj neke.”
Erdogan destnîşan kir ku “xurtkirina bereya navxweyî, tinekirina cudatiyan nîn e” û ev tişt anî ziman:
“Em ê tevî cudatiyên xwe di Tirkiyeyê de werin ba hev.
Em ji vê re ‘Peymana Tirkiyeya Mezin’ dibêjin.”
Serokomarê Tirk Tayyip Erdogan piştgirî û keyfxweşiya xwe ji bo biryara fesixkirina QSD’ê anî ziman û got,
Ew pratîzekirina biryarê ji nêz ve dişopînin.
Her wiha got:
“Ev, wê ji bo herêmê giştî deriyê pêvajoyeke nû veke.”
Ronahi.tv
