• Monday, 28 September 2026
logo

Mesrûr Barzanî sersaxiyê li Louîs Sako dike

Gulan Media August 31, 2026 Nûçe
Mesrûr Barzanî sersaxiyê li Louîs Sako dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyamekê de bo koça dawî ya birayê wî (Lazar Sako), hevxemiya xwe ji bo Mar Louis Sako, Kardînalê Dêra Katolîk û Patriyarkê Kildanî nîşan da. 

Deqa peyama Serokwezîr: 

“Birêz Xeybeta Mar Louis Sako, Kardînalê Dêra Katolîk û Patriyarkê Fexrî yê Dêra Kildanî.

 Bi mixabinî ve min nûçeya koça dawî ya birayê we yê birêz (Lazar Sako) bihîst. Ez sersaxiyê li we dikim û hevparê xemgîniya we me. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbata we.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

 

K24

Top