• Monday, 28 September 2026
logo

Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana koça dawî kir

Gulan Media August 30, 2026 Nûçe
Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana koça dawî kir

Siyasetmedarê Kurd û Şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana, koça dawî kir.
Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin koça dawî kir.

Mehdî Zana li Amedê ji ber jikarketina gelek organan canê xwe ji dest daye.

Mehdî Zana kî ye?

Mehdî Zana 20ê Kanûna Pêşîna 1940î li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayîk bû.

Paşnavê wî yê berê “Bilicî” bû. Wî paşê paşnavê xwe guherand û kir “Zana” ku di Kurdî de heman wateyê dide.

Mehdî Zana di navbera salên 1977-1980yî de Serokatiya Şaredariya Amedê kir.

Ew yek ji fîgurên herî girîng ên tevgera siyasî ya Kurdan bû.

Her wiha wekî siyasetmedar, çalakvan û nivîskarekî Kurd dihat naskirin.

Zana li Girtîgeha Amedê ya Nimre 5an a navdar ku êşkenceyên giran lê dihatin kirin bi salan di hepsê de ma.

Wî bi giştî 16 salên jiyana xwe di zindanê de derbas kirin.

Zana sala 2004’an vegeriya Tirkiyeyê.

Mehdî sala 1975an bi Leyla Zanayê re zewicî.

Leyla Zana yek ji parlamenterên jin ên Kurd ên yekem ên Tirkiyeyê ye.

Xwediya Xelata Ramanê ya Sakharovê ya navneteweyî ye.

Ji vê zewacê du zarokên wan hene.

Zana gelek pirtûk nivîsandine ku tê de qala bîranînên xwe yên zindanê û têkoşîna siyasî ya Kurdan dike.

 

 

Ronahi.tv

Top