• Monday, 28 September 2026
logo

Biryara desteserkirina mal û milkê 12 parlamenter û berpirsên Iraqê hat dayîn

Gulan Media August 29, 2026 Nûçe
Biryara desteserkirina mal û milkê 12 parlamenter û berpirsên Iraqê hat dayîn

Dadgeha Wezareta Darayî ya Iraqê Biryara desteserkirina mal û milkê 12 parlamenter û berpirsên Iraqê da.
Dadgeha biryar da ku dest bi ser hemû mal û milkên 12 parlementer û şêwirmendan bê girtin.

Her wiha hat xwestin ku hemû serwet û malê wan berpirsan di bankên hikûmî de bêne bloke kirin.

Banka Navendî ya Iraqê têkildarî biryara dest bi serdegirtinê hin belgenameyên fermî belav kir.

Hatiye diyarkirin ku Banka Navendî ya Iraqê daxwaznameyek ji tevayî bankên taybet û hikûmî re şandiye.

Ev berpirs û parlamanter di 28’ê Hezîrana 2026’an de di operasyonek berfireh ya li dijî gendeliyê de hatibûn girtin.

 

Rudaw

Top