• Monday, 28 September 2026
logo

Karesata lehiyê ya li Nepalê: 2 hezar û 400 kes winda ne

Gulan Media August 29, 2026 Nûçe
Karesata lehiyê ya li Nepalê: 2 hezar û 400 kes winda ne

Ev 3 roj in ku li herêma Hîmalayayan lehiyeke wêranker çêbûye û gelek gund bi temamî dane ber xwe.
Tîmên alîkariyê yên li Nepal û Çînê ji bo dîtina bi hezaran windayan di nava hewldaneke dijwar de ne.
Li gorî amarên dawî yên fermî, hejmara windayan gihîştiye zêdetirî 2 hezar û 400 kesî.
Tîmên alîkariyê ragihand ku heta niha cenazeyên 586 kesan hatine dîtin.

Lehiyê hinek cenaze birine nav axa Hindistanê. Saziya Parastina Sivîlan a Nepalê ragihand :

Navên 933 karmendên projeyên karebaya avê li lîsteya windayan hatine zêdekirin.

Berê di vê lîsteyê de navên bi sedan geştyarên ku ji bo serdana Çiyayê Kailashê yê li Tîbetê bi rê ketibûn hebûn.

Tê texmînkirin ku 93 hezar kesan ji karesatê zerer dîtibe.

Ji ber tirsa lehiyên nû, xebatên lêgerînê zehmet bûne.

Polîsê Nepalê ji hemû tîmên alîkariyê xwest ku “yekser herêmê vala bikin” û herin cihên ewle.

Ev karesata xwezayî wekî yek ji rûdanên herî mezin ên salên dawî yên li herêma Hîmalayayan tê dîtin.

Di vê karesatê de herifîna cemedan, zinar û herî binesaziya aborî û jiyana bi hezaran mirovan wêran kiriye.

 

 

Ronahi.tv

Top