• Monday, 28 September 2026
logo

Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata şahane û gelê Norwêcê kir

Gulan Media August 29, 2026 Nûçe
Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata şahane û gelê Norwêcê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya Şahê Norwêcê Haraldê Pêncem sersaxî li malbata şahane û gelê Norwêcê kir. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 28ê Tebaxa 2026an, peyamek li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" belav kir û tê de got: "Ez bi bihîstina nûçeya koça dawî ya Şahê Norwêcê Haraldê Pêncem pir xemgîn bûm. Di vê dema xemgîn û windahiyeke mezin de, ez sersaxiyên xwe yên ji dil pêşkêşî Malbata şahane û gelê Norwêcê dikim. Bila bîranîn û mîrateya wî her bimîne."

Şah Harald ku şahê herî bi temen ê Ewropayê bû, ji 17ê Tebaxê ve ji ber nexweşiyê  li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Lê belê di çend rojên dawî de rewşa wî ya tenduristiyê bi temamî xirab bû û îro di 89 saliyê de koça dawî kir. 

Haraldê Pêncem ji sala 1991ê ve li ser textê şahatiyê bû. Ew di nava 35 salên desthilatdariya xwe de wekî kesayeteke miyanerew û komkerê gelê Norwêcê dihat naskirin. 

 

K24

Top