• Monday, 28 September 2026
logo

Netanyahu biryara avakirina kembera ewlehiyê li Sûriyeyê da

Gulan Media August 29, 2026 Nûçe
Netanyahu biryara avakirina kembera ewlehiyê li Sûriyeyê da

Li gorî medyaya Îsraîlê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got
Îsraîlê biryar daye ku li dijî êrişeke muhtemel a “Cîhadîstan” li Sûriyeyê “kembereke ewlehiyê” ava bike.
Netanyahu diyar kir ku Îsraîl naxwaze hêzên Tirkiyeyê ber bi Başûr ve biçin.

Serokwezîrê Îsraîlê destnîşan kir ku wî rêveberiya Sûriyeyê agahdar kiriye ku rê nede Tirkiye ku ber bi başûr ve pêşde were û wiha got:

Ev statuya heyî hatiye binpêkirin, an jî planên binpêkirina wê hene.

Her wiha Îsraîlê ji Tirkiyeyê re ragihandiye ku ew ê rê nede avakirina baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê li balafirgehek li başûrê herêma ku hêzên Tirkiyeyê lê bicîh bûne.

Netanyahu zelal kir ku peyam bi rêya Amerîkiyan, kanalên din û rasterast bi rêya Sûriyeyê ji Tirkiyeyê re hatiye şandin.

 

Ronahi.tv

Top