• Monday, 28 September 2026
logo

NY’yê banga piştgiriya aramî û ji nû ve avakirina Sûriyeyê kir

Gulan Media August 28, 2026 Nûçe
NY’yê banga piştgiriya aramî û ji nû ve avakirina Sûriyeyê kir

Berpirsên NY’î û navneteweyî di rûniştina Konseya Ewlekariyê de diyar kir ku başbûna li Sûriyeyê leztir dibe û banga piştgiriya ji bo aramiyê û ji nû ve avakirinê kir.
Berpirsên NY’î û navneteweyî îro di rûniştina Konseya Ewlekariyê ya li ser Sûriyeyê de, qala çareserî û başbûnê di gelek beşan de kirin,

Her wiha diyar kirin ku pêwistdariya Şamê bi piştgiriya navneteweyî ya berfireh heye.

Sekreterê Giştî yê NY li Sûriyeyê Claudio Cordone got:

Hikûmeta Sûriyeyê gavên baş diavêje da ku aramî û pêşveçûnê pêşve bibe.

Cordone biryara (DYA) ya derxistina Sûriyeyê ji lîsteya dewletên piştgirên terorê dikin pêşwazî kir

Ev gav wekî gavek ku şert û mercên çêtir ji bo başbûna aborî û veberhênanê diafirîne bi nav kir.

Cordone êrişên Îsraîlê yên li Sûriyeyê û girtina welatiyên Sûriyeyê rexne kir

Ew wekî “binpêkirina serwerî û yekparçeyiya axa welêt û peymana 1974” bi nav kir.

Alîkara Sekreterê Giştî ya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî jî

Indrika Ratwat jî bal da ser nîşaneyên teşwîqker, vegera Sûriyeyiyan ji bo malên xwe, hilberîna çandiniyê, enerjî û veguhastinê de kir.

Nûnerê Rûsyayê li NY’yê têkiliya welatê xwe ya ji bo xurtkirina saziyên dewleta Sûriyeyê piştrast kir,

Her wiha wî jî êrişên Îsraîlê hewlên ji bo bidestxistina aramiyê û çareserkirina rewşê asteng dikin pênase kir.

 

Rudaw

Top