• Monday, 28 September 2026
logo

Dewletên Ereb û Ewropayê entegrasyona QSD’ê pîroz kirin

Gulan Media August 27, 2026 Nûçe
Dewletên Ereb û Ewropayê entegrasyona QSD’ê pîroz kirin

Dewletên Ereb û Ewropa entegrasyona QSD’ê di nav saziyên dewletê de pîroz kirin.
Fransa, Brîtanya, Qeter, Urdun, û Erebistana Siûdî pêşwaziya entegrasyona QSD’ê di nav saziyên dewletê de kir.

Nûnerê Taybet ê Brîtanyayê ji bo Sûriyeyê Barry Peach got:

Bidawîbûna mîsyona QSDê wekî hêzek leşkerî ya serbixwe gavek girîng ber bi Sûriyeyek aştiyane ve ye.

Qeterê jî ev gavek ber bi xurtkirina aştiya sivîl, zêdekirina ewlehiyê ve dît.

Urdunê destnîşan kir ku ew piştgiriyê dide yekitî, serwerî aramî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê.

Erebistana Siûdî jî diyar kir ku ev yek dibe alîkar ku ewlehî û aramî pêk were.

Her wekî piştgirîya xwe ji bo yekitî û pêşveçûna Sûriyeyê dubare kir.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî pêşwaziya entegrekirina QSDê di nav saziyên dewletê de kir

Macron diyar kir ku ev yek helwestek ku piştgirîya navneteweyî ya zêde ji bo vê gavê nîşan dide.

 

Ronahi.tv

Top