• Monday, 28 September 2026
logo

Duran Kalkan: Tevgera me û dewlet di pêvajoyê de zelal û bi biryarin

Gulan Media August 27, 2026 Nûçe
Duran Kalkan: Tevgera me û dewlet di pêvajoyê de zelal û bi biryarin

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan li ser rojevê nirxandinên girîng kir.
Dûran Kalkan diyar kir ku tevî gelek kêmasiyan jî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gelekî girîng e û got: “Ji aliyê me ve pêwistiyên pêvajoyê tên bicihanîn. Wê bên bicihanîn.
Divê ti guman tine be. Em dixwazin bêhtir beşdarbûn çêbibe.”
Piştî ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, bi Qanûna Çerçeve derbasî gavên huqûqî û siyasî bû,

Di rojên dawê de tevgerên têkbirina pêvajoyê jî derbasî asteke metirsîdar bûn.

Endamê Ekademiya Abûlah Ocalan a Zanistên Civakî, Duran Kalkan, têkiladrî rojevê nirxandin kir.

Duran Kalkan teqaz kir ku hem Dewlet hem jî aliyê kurd di pêvajoyê de zelal û bi biryarin û got:

“Hem dexuyaniyên Rêber Apo hem jî yên Serokkomarê Tirkiyê Erdogan yên vê dawiyê vê yekê bi zelalî didin nîşan”

Duran Kalkan: Aliyên nijadperest êrişî pêvajoyê dikin

Duran kalkan bal kişan ser pirovaqasyonên li dijî pêvajoyê jî û got:

“Hin aliyên nijadperest di demên dawê de ji gelek aliyan ve dest bi êrîşan kirin.

Ev alî bi berdewamî hewil didin ku pêvajo neghêje serî.”

Duran Kalkan: Daxuyaniyên Erdogan nîşan didin ku ji gelek aliyan ve êriş li dijî pêvajoyê hene

Kalkan girêdayê vê yekê bal kişan ser daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyê, Erdogan û got:

“Başek girîn a daxuyaniya wî ew bû ku huşyariyek li dijî pirovaqasyonên wan aliyan da ku dixwazin pêvajoyê têk bibin”

Her wekî got ku daxuyaniyên Erdogan nîşan didin ku ji gelek aliyan ve êriş li dijî pêvajoyê hene.”

Duran Kalkan: Divê her kes li dijî pirovaqasyonan têbikoş e

Duran Kalkan bal kişan ser daxuyaniya rêvebiriya tevgera azadiyê jî, ya di derbarê pirovaqasyonên li dijî pêvajoyê.

Wî banga baldariyê û bilindkirin tekoşînê li dijî hewildanên têkbirina pêvajoyê li her kesî kir û got:

“Em ji bo serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka demokratîk tişta pêwîst em ê bikin”

Duran Kalkan: Pêvajo bi rastî jî derbasî qonaxa huqûqî û siyasî bû ye

Ji aliyekî din ve, Endamê Ekademiya Abdûlah Ocalan a Zanistên Civakî, bal kişan ser Qanûn Çarçeve û got:

“Pêvajo bi rastî jî derbasî qonaxa dûyemîn ango qonaxa hiqûqî û siyasî bû.

Cara yekeme gaveke qanûnî hat avêtin.

Diyare ku ji aliyê Dewlet û desthilatê ve lezbûnek heye, ev gavek girînge.

Xuyaye ku dê komîsyon di gelek aliyan de, xebatan bimeşînin”

Kalkan helwesta tevgera kurd ji wiha bi lêv kir:” Em jî tişta dikeve ser milê me dimeşînin”

Duran Kalkan: Em bi hêvî ne ku mercên Rêber Apo bên başkirin

Kalkan li ser pêwîstiya destjêneger a başkirina mercên Rêber Apo jî got:

“Em hêvî dikin ku bi van civînan re wê ev komisyon gavên di vî alî de bavêjin.

Yanî wê di misogerkirina şert û mercên ku Rêber Apo bikaribe azad bijî û bixebite de gav bên avêtin”

Duran Kalkan: Beşdariya gel di merasîmên şehîdan de xwedî derketinê îfade dike

Endamê Ekademiya Abdûlah Ocalan , Duran kalkan herî dawî ji bo merasîmên Şehîdan li Bakurê kudistanê got:

“Ev merasîm bi temamî bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk ve girêdayî ye.

Ev bîranîn xwedîderketinê îfade dikin û di çarçoveya civakîbûna pêvajoyê de tên pêşxistin”

 

Ronahi.tv

Top