• Saturday, 15 August 2026
logo

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî yê Iraqê gihîşt Hewlêrê

Gulan Media August 15, 2026 Nûçe
Şêwirmendê Asayişa Niştimanî yê Iraqê gihîşt Hewlêrê

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî yê Iraqê Qasim Ebûdî, bi serokatiya şandeyeke bilind a ewlehiyê gihîşt Hewlêrê, Paytexta Herêma Kurdistanê.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî yê Iraqê Qasim Ebûdî û şandeya pê re îro 15ê Tebaxa 2026an, li Hewlêrê ji aliyê berpirsên Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin.

Li gorî daxuyaniya nivîsgeha Şêwirmendiya Asayişa Niştimanî, ev serdana Qasim Ebûdî li ser rênima û fermana Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî pêk hatiye. Armanca serdanê gotûbêjkirina dozên ewlehiyê yên hevpar ên navbera Bexda û Hewlêrê ye.

Tê payîn ku Ebûdî di çarçoveya serdana xwe de bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive û li ser hevahengiya ewlehiyê û parastina îstîkrara herêmê raweste.

Ev yekemîn serdana fermî ya Qasim Ebûdî bo Hewlêrê ye, piştî ku di kabîneya nû ya hikûmeta Elî Zeydî de wek Şêwirmendê Encûmena Nîştimanî dest bikar kiriye.

 

K24

Top