Mezlûm Ebdî bi şandeyeke hikûmeta Sûriyeyê re civiya
Mezlûm Ebdî ragihand ku wî şandeyeke hikûmeta Sûriyeyê pêşwazî kiriye û ew li ser çend mijarên
girîng gihîştine peymanekê.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê
daxuyaniyek belav kir.
Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de nivîsî:
"Ez bi pêşwazîkirina Nûnerê Serokatiyê Birêz Ziyad Ayiş û Fermandarê Feyleqa Duyem Birêz Ewad
Casim serbilind bûm."
Ebdî diyar kir ku wan di hevdîtinê de li ser çend dosye û pirsgirêkên girîng ên girêdayî ewlehî û
aramiya parêzgeha Hisîçayê gotûbêj kiriye.
Fermandarê Giştî yê HSDyê amaje bi wê yekê jî kir ku wan di civînê de qala "çareserkirina
destdirêjiyên li ser saziyên dewletê, dosyeya koçberan û her wiha lezkirin û temamkirina
pêvajoyên entegrasyonê" kiriye.
Mezlûm Ebdî di parvekirina xwe de destnîşan kir ku ew gihîştine çend çareseriyan û pê de çû:
"Me hest bi atmosfereke erênî û gavên cidî yên ji bo çareserkirina van dosyeyan kir ku bi
awayekî xizmeta ewlehî û aramiya parêzgehê bike."
Rudaw
