• Wednesday, 22 July 2026
logo

Marco Rubio: Deriyê me ji bo dîplomasiyê vekirî ye, lê Îran ne cidî ye

Marco Rubio: Deriyê me ji bo dîplomasiyê vekirî ye, lê Îran ne cidî ye

 Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand, Washington ji bo kêmkirina alozîyên li Rojhilata Navîn hîn jî amadeyî danûstandinan e, lê Tehran di vê mijarê de ne cidî ye.

Marco Rubio li perawîza civîna wezîrên derve yên Komeleya Welatên Başûrê Rojhilatê Asyayê (ASEAN) diyar kir, Amerîka amade ye ji bo derbaskirina nakokiyên li Rojhilata Navîn dest bi diyalogê bike, lê pirsgirêka bingehîn helwesta Îranê ye. Îran ji bo danûstandinan ne cidî ye. 

Rubio got: "Nebûna cidîyetê ya ji aliyê Tehranê ve, rê li ber her pêşkeftineke ber bi çareseriya siyasî ve digire."

Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekez kir, her çend navçe ji ber pevçûn û aloziyên leşkerî di rewşeke hestiyar de be jî, heke îradeyeke rasteqîn hebe, Amerîka ji bo têkilî û danûstandinan amade ye.

Rubio di axaftina xwe de bal kişand ser ewlehiya rêyên avî yên navdewletî û hişyariyeke tund da: "Girtin an astengkirina rêyên deryayî yên Navdewletî, karekî metirsîdar e ku bandora wê tenê bi navçeyê re sînordar namîne û lê digihîje herêmên din ên cîhanê, wek Asyayê."

Di dawiyê de Rubio destnîşan kir, her gefek li ser azadiya çûnûhatina deryayî, ziyanê digihîne aboriya cîhanê û zincîra dabînkirina kelûpelan. Herwiha got ku rêzik û qanûnên bazirganiya navdewletî ketine bin metirsiyê û nabe rê bê dayîn ev rewşa nebaş berdewam bike.

 

K24

Top