Mesrûr Barzanî sersaxî li Şêx Nehro Kesnezanî kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya xwişka Serokê Terîqeta Kesnezanî Şêx Nehro Kesnezanî, Xatûn Serdeşt Şêx Mihemed, peyameke sersaxiyê belav kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 14’ê Tîrmeha 2026’an, ji ber koça dawî ya Xatûn Serdeşt Şêx Mihemed, peyameke sersaxiyê arasteyî Şêx Nehro Şêx Mihemed Kesnezanî, Serokê Terîqeta Alî ya Qadirî ya Kesnezanî li cîhanê kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de hevxemiya xwe nîşan da û got:
"Birêz Şêx Nehro Şêx Mihemed Kesnezanî, Serokê Terîqeta Alî ya Qadirî ya Kesnezanî li cîhanê.
Ji ber koça dawî ya xûşka we ya birêz Xatûn (Serdeşt Şêx Mihemed), ez sersaxiyê li we dikim û hevparê xema we me. Xwedayê mezin canê wê bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbata we ya birêz."
K24
