Balyozê Fransayê xatir ji Nêçîrvan Barzanî xwest
Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durel ji bo ku erkê wî qediya xatir ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwest.
Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de spasiya Balyozê Fransayê kir û ji bo erkê wî yê paşerojê jê re serkeftin xwest.
Wî hewl û karên wî yên ji bo bipêşxistina pêwendiyên Fransayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê bilind nirxandin.
Berfirehkirina hevkariyan
Balyozê Fransayê jî spasiya Nêçîrvan Barzanî û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ku her tim ji bo wî alîkar û piştgir bûne.
Patrick Durel bal kişand ser daxwaza welatê xwe ya ji bo bipêşxistina pêwendiyan û berfirehkirina hevkariya hevbeş a di hemû waran de.
Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Yann Braem jî di hevdîtinê de amade bû.
Rudaw
