Konsulê Tirkiyeyê: Kompanyayên me li Herêma Kurdistanê di rêza yekem a veberhêneran de ne
Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê ragihand, peywendiyên Hewlêr û Enqereyê pir xurt in û kompanyayên Tirkiyê di avadankirin û pêşketina Herêma Kurdistanê de roleke sereke lîstine.
Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu ji Kurdistan24ê re ragihand: "Peywendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de giştgir in û hemû warên aborî, ewlehî, siyasî û çandî li xwe digirin, lê bingeha herî xurt a van peywendiyan rehenda mirovî ye."
Topçu amaje bi wê yekê kir, Tirkiye ji aliyê aborî ve hevparê sereke yê Herêma Kurdistanê ye û wiha got: "Kompanyayên Tirkiyê di rêza yekem a veberhênerên biyanî de ne li Herêmê. Her wiha hejmara herî zêde ya kompanyayên biyanî li Herêma Kurdistanê, kompanyayên Tirkiyê ne."
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Konsulê Giştî bal kişand ser dîroka karkirina kompanyayên welatê xwe û ragihand, ev kompanya di nava 30 salên borî de beşeke girîng a serkeftin û pêşketinên Herêma Kurdistanê ne.
Erman Topçu di dawiya daxuyaniya xwe de ji bo Kurdistan24ê tekez kir, welatê wî dixwaze peywendiyên di navbera her du aliyan de di hemû waran de hîn zêdetir ber bi pêş ve bibe û asta hevkariya bazirganî berfirehtir bike.
K24
