Donald Trump: Îran gelekî dixwaze peymanekê îmze bike
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Îran gelekî dixwaze bi Amerîkayê re peymanekê bike.
Trump destnîşan kir ku rayedarên Îranê beriya demeke kurt telefon kiriye û anî zimên:
"Ew peymanê pir dixwazin lê ez nizanim bê ma ew hêjayî vê yekê ne yan na. Ez ne piştrast im ku ew dê pêbendî peymanekê bimînin. Pirsgirêk jî ev e."
Trump piştî 36emîn Lûtkeya NATOyê ya li Tirkiyeyê ber bi Amerîkayê ve bi rê ket û di balafira “Air Force One”ê de ji rojnamegeran re axivî.
Serokê Amerîkayê operasyonên dawî yên leşkerî yên li ser Îranê, Lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê û pêwendiyên Amerîka û Tirkiyeyê nirxandin.
"Me bi 20 qatî bersiv da"
Trump li ser êrişên Amerîkayê yên li ser Îranê eşkere kir: "Min gotibû her dema ku ew li me bidin, em dê bi 20 qatî bersiva wan bidin. Me şeva borî ev yek kir."
Trump diyar kir ku Îranê jî hinek gav avêtine lê ew gav wekî bersiveke ji bo êrişên Amerîkayê ne û li pey çû:
"Di warê leşkerî de em ji xwe bi ser ketin. Di destê wan de gelek kêm tişt mane."
Êrişên li ser keştiyên bazirganiyê
Trump li ser pirsa êrişên Îranê yên li ser keştiyên bazirganiyê jî got, "Heke ez rastiyê bibêjim ev hinekî dînîtî ye. Ew hinekî bêhevseng tevdigerin lê dîsa jî ew gelekî peymanê dixwazin."
Rudaw
