• Friday, 10 July 2026
logo

Şêniyên Girkê Legê banga yekitiyê li partiyên Kurdan kir

Şêniyên Girkê Legê banga yekitiyê li partiyên Kurdan kir

Şêniyên bajarê Girkê Legê yê herêma Cizîrê têkildarî girîngiya yekitiya partiyên Kurdan ji ajansa me re axivîn.

 

Hekmiya Ebdî got a niha pêdiviya gelê Kurd ji her demê zêdetir bi hevgirtin û yekitiyê heye û anî ziman ku parçebûn dê xetereyê li ser gelê Kurd zêdetir bike.

Hekmiya Ebdî bi bîr xist ku gelê Rojava di şoreşê de bi hezaran şehîd dane, lewma parastina mafên gelê Kurd, xwedîderketina li destkeftiyên şehîdan û yekitiya tevahî hêzên kurdî berpirsyariya her kesî ye.

 

Şêniyê bi navê Deham Emoka jî diyar kir ku divê partiyên Kurdan hemû nakokiyên partîtî û kesayetî ji holê rakin û got gelê Kurd van partiyan ji bo hêvî û doza xwe ya neteweyî wek nûner dibînin. Emoka da zanîn ku doza kurdî xeteke sor e, pêkanîna yekitiya Kurdan ji bo parastina destkeftî û hebûna Kurdan li hember astengiyên ku derdikevin, pêwîstiyek e.

 

Şêniya bi navê Selma Îbrahîm bang li hemû partiyan û gelê Kurd ê li Sûriyeyê kir ku yekitiya xwe ava bike. Selmayê da zanîn ku yekitî dê mafên gelê Kurd biparêze û Kurdan xurt bike.

Selma Îbrahîm di dawiya axaftina xwe ji bo parastina destkeftiyên şoreşê daxwaz ji gelê Kurd ên li parçeyên din ên Kurdistanê kir ku yekitiya xwe çêkin.

 

ANHA

Top