Baregeha Barzanî ji bo koça dawî ya rojnamevan Helkewt Ezîz peyameke sersaxiyê belav kir
Baregeha Barzanî peyameka sersaxî û hevxemiyê ji bo koça dawiyê ya rojnamevan Helkewt Ezîz belav kir, û sersaxî ji malbat û rojnamevanên Kurdistanê re xwest.
Baregeha Barzanî îro 08.06.2026, di daxuyaniyekê de ragihand: "Bi xemeke mezin ve nûçeya wexerkirina rojnamevan Helkewt Ezîz gehişt me. Em sersaxiyê ji malbata û kesûkar û naskiriyên Xudêjêrazî Helkewt Ezîz û tevahiya rojnamevan û medyakarên Kurdistanê dikin û em xwe hevparê xema wan dizanin."
Baregeha Barzanî herwesa di dawiya peyama xwe de jî daxwaz ji Xudayê Mezin kir ku canê Xudêjêrazî bi bihişta berfireh şa bike û sebir û hedarê bide her aliyekî.
Ev peyama sersaxiyê di demekê de ye ku piştî nivîroya îro roja duşemê 8ê Hezîrana 2026ê rojnamevanê diyar ê Herêma Kurdistanê Helkewt Ezîz di dema çûna xwe ya ber bi parêzgeha Besrayê de, li ser rêya navbera Bexda û Besrayê, rastî rûdaneka trafîkê hat û piştî gihandina wî bo nexweşxaneyê, ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest da.
Peyama Baregaya Barzanî
Bi Navê Xudê yê Mezin û Dilovan
Bi xemeke mezin ve nûçeya koça dawî ya rojnamevan Helkewt Ezîz gehişt me.
Em sersaxiyê ji malbata û kesûkar û naskiriyên Xudêjêrazî Helkewt Ezîz û tevahiya rojnamevan û medyakarên Kurdistanê dikin û em xwe hevparê xema wan dizanin.
Em ji Xudayê Mezin lavayan dikin ku canê kekê Helkewt bi bihişta berfireh şa bike û sebir û hedarê bide her aliyekî.
Îna lîlah weîna îleyhî racîon
Baregeha Bazirganî
8ê Hezîrana 2026ê
Basnews
