• Wednesday, 10 June 2026
logo

Xemîs Xencer: Serdana Mesrûr Barzanî di vê rewşa niha de piraniya pirsgirêkan çareser dike

Xemîs Xencer: Serdana Mesrûr Barzanî di vê rewşa niha de piraniya pirsgirêkan çareser dike

Serokê Hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer, piştî civîna li gel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexdayê, ji rojnamevanan re ragihand: "Me li gel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civîneke girîng pêk anî û dîtineke zelal ji bo çareserkirina pirsgirêkan heye."


Xemîs Xencer herwiha got: "Serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê rewşa niha de piraniya pirsgirêkan çareser dike. Serdaneke serkeftî ye û em di wê baweriyê de ne ku pêwîstiya me ya zêde bi civînên bi vî rengî heye."

Xencer diyar kir ku piştî cejnê civînên aliyan dê berdewam bikin, da ku di demeke nêzîk de ji bo wan wezaretên ku bêwezir in, wezir bên diyarkirin.

 

Basnews

Top