Mesrûr Barzanî pêşwaziya qehremanê Kurd Namo Fazil dike
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya qehremanê Kurd Namo Fazil kir û got: "Ez bi dîtina wî kêfxweş bûm û em şanaziyê bi wî dikin."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Roja (Pêncşem, 21ê Gulana 2026ê) pêşwaziya qehremanê Kurd Namo Fazil kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsandiye: "Ez bi dîtina qehremanê Kurd kekê Namo Fazil kêfxweş bûm."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa gotiye: "Em şanaziyê bi Namo Fazil dikin û em dê li ser handan û piştgirîkirina wî berdewam bin."
K24
