• Monday, 18 May 2026
logo

Serok Barzanî pîrozbahî li pehlevanê cîhanî Namo Fazil kir

Serok Barzanî pîrozbahî li pehlevanê cîhanî Namo Fazil kir

Serok Mesûd Barzanî ji bo serkeftina pehlevanê Kurd ê navneteweyî Namo Fazil peyameke pîrozbahiyê weşand û ragihand: "Ew ji bo hemû Kurd û Kurdistanê cihê serbilindiyê ye, ez pîrozbahiyê li wî dikim û hêviya serkeftinê û her pêşengbûnê bo wî dixwazim."


Êvara roja yekşemê 17ê Gulana 2026an, Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de li ser tora civakî ya (X), pîrozbahî li pehlevanê navneteweyî Namo Fazil kir, ji bo wê serkeftina mezin a ku di qehremaniya (MMA) de li Amerîkayê bi dest xistiye.

Peyama Serok Barzanî waha ye:

"Ez pîrozbahiyê li pehlevanê navneteweyî, xortê qehreman û jêhatî yê Kurd Namo Fazil dikim, ji bo wê serkeftina bêhempa ya ku di qehremaniyên (MMA) de li Amerîkayê bi dest xistiye.

Ew bo hemû Kurd û Kurdistanê cihê serbilindiyê ye, ez pîrozbahiyê li wî dikim û hêviya serkeftinê û her pêşengbûnê bo wî dixwazim."

 

Basnews

Top