Mesrûr Barzanî diçe Tirkiyeyê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî diçe Tirkiyeyê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser serdanê daxuyaniyek belav kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Mesrûr Barzanî îro diçe Tirkiyeyê û li Koşka Dolmabahçeyê ya li bajarê Stenbolê, bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û hejmareke din a berpirsên pilebilind ên wî welatî re dicive.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînan de ji bilî dan û standinên li ser bipêşxistina pêwendiyên dualî, pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê jî tên gotûbêjkirin.
Bernameya hevdîtinan
Dema civînên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi vî awayî ne:
Saet 10:30 yan 11:00an bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re dicive.
Saet 14:00an bi Recep Tayyîp Erdogan re li Koşka Dolmabahçeyê dicive.
Piştî wê bi Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê re dicive.
Rudaw
