Kazimî: Pena dibin ber peymannemayên nêvdewletî bo çespandina mafê Îraqê di redkirina destdirêjîyên Tirkiyê û ragirtina wê de
Gotebêjê wî, Ehmed Mela Telal di daxyannameyeka rojnamevanî de, evro Şembîyê amaje bi wê yekê kir, ku (Tirkiye, demeke û bo çend caran destdirêjîyê dike ser axa Îraqê, lew em wê yekê red dikin û bi tundî evan karên wê şermezar dikin ku zîyanê digehîne peywendîyên mukim û dirêjdemên di navbera herdû gelêm dost de).
Dxwaz ji Tirkiyê jî kir, (demûdest ewan destdirêjîyan rabigre ku zîyanê digehîne aştîya deverê, tevî ku destdirêjî ye bo ser serwerîyê û can û mulkên Îraqî).
Amaje kir jî, ku hikumeta Îraqê dû nerazîname yên fermî yên tund radestî balyozê Tirkiyê kirine, tekez dike dike di wan nameyan de, ku Îraqê pena dibe ber yasa û peymannameyên nêvdewletî bo çespandian mafê Îraqê di redkirina van destdirêjîyan.
Gotbêj bi navê Kazimî, berpirsyarya yasayî û exlaqî xiste ser alîyê Tirkiyê li her zîyaneka mirovî û madî, ji bilî ku ev destdirêjî ye bipîkirina serwerîya Îraqê, akincî, yekêtî ya ax wê û ewlehîya gelê wê ye.
Xuya jî kir, ku civaka nêvdewletî bi evê boneyê divê pêngavan bihavêje bo çespandina akncîyê li deverê û piştîvanîya mafê serwerîya Îraqê be li paraztina axa xwe û paraztina selametîya gelê wê.
Basnews
