• Sunday, 08 February 2026
logo

Fermandarê Pêşmerge: Serok Barzanî qehremaniya Pêşmerge nîşanî hemû cîhanê da

Fermandarê Pêşmerge: Serok Barzanî qehremaniya Pêşmerge nîşanî hemû cîhanê da
Fermandarê Farmandariya Hêza Pêşmergeyên Sefînê Lîwa Helgurd Xidir ragihand behsa rola Serok Barzanî dike têkşikandina terorîstên DAIŞê û aşkere kir Serok Barzanî di gelek operasyon êrîşan de çavdêriya rewşê dikir û li meydana şer amade bû.

Lîwa Helgurd Xidir ji BasNewsê re axivî û got: “Serok Barzanî di şerê dijî terorîstên DAIŞê roleke wî ya karîger hebû. Di cîbicîkirina pêdawîstîyên şer, herwiha azadkirina Şingal û Rabîe û Zûmar û herêma Başîk û dorûrebera Mûsil û çend herêmên din hemû bi amadenûna Serok Barzinî bû.”

Lîwa Helgurd Xidir di berdewamiya axaftina xwe jî de got:" Ez yek ji wan kesan bûm ku min beşdarî di bin fermandariya Serok Barzanî de kiriye. Serok Barzanî çavdêriya êrîş û operasyonan dikir bo serkeftina hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, niha jî mixabin hinek alî û perlementar li Bexda dijî Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî û hêza Pêşmergeyên Kurdistan li vir û li wir qise dikin. Divê ew perlemantar wan rojên şerê DAIŞê û qurbanîdanî hêza Pêşmerge li ber çavan bigirin bê çawa parastina welat dikin. Em Pêşmergeyên Kurdistanê hertim guh bi wan gotinên bi wî awayî yên parlementeran nadin û bergiriya xaka Kurdistanê dikin.”

Herwiha Fermandarê Pêşmerge Xidir di berdewamiyê jî de da zanîn bi rola Serok Barzanî hevpeymaniya navdewletî di şerê li dijî DAIŞê de piştevaniya Serok Barzanî kiriye û Serok Barzanî azayetî û qehremaniya Pêşmerge nîşanî hemû cîhanê daye.

Fermandarê Pêşmerge Xidir dibêje di 16ê Cotmehê de xiyaneke mezin li xelkê kurd hatiye kirin û nêviyê xaka Kurdistanê radestî hêzên Iraqî û Heşda Şabî hat kirin. Di wan herêman de Pêşmerge Kurdistanê qurbaniyeke zêde dabû li dijî terorîstên DAIŞê û niha ew rewş bi asanî aram nabe heta hêza Pêşmerge veneger wan herêman. Lewre li wir jiyana xelkê di bin metirsiya terorîstên DAIŞê deye.

Basnews
Top