• Wednesday, 04 March 2026
logo

HSD: Mezlûm Ebdî pêywendiya telefonî li gel Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî pêk anî

HSD: Mezlûm Ebdî pêywendiya telefonî li gel Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî pêk anî

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser platforma Xê daxuyaniyek weşand û tê de ragehand ku Fermandarê Giştî yê HSDê di du peywendiyên telefonî yên cuda de bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re rewşa niha ya deverê û parastina mafên gelê Kurd nîqaş kirin.

Li gorî wê daxuyaniya ku Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro 02.03.2026, belav kiriye, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî cuda bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re axivî.

Çavkaniya navbirî eşkere jî kir ku, Mezlûm Ebdî bi Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî re tekezî li ser piştgirî û hevahengiya di navbera herdu aliyan de kir, ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlehî û siyasî yên ku li deverê peyda bûne.

Wê çavkaniyê behsa wê yekê jî kiriye ku, herdu aliyan behsa pêşketinên herî dawiyê yên deverê kiriye û tekez li ser pêdivîtiya yekkirina helwestan ji bo parastina destkeftiyên neteweyî kir.

Li gorî wê daxuyaniyê, pareke din a nîqaşan girêdayî parastina mafên Kurdan û xebata ji bo çespandina tenahiyê bû, bi rengekî ku xizmeta bizavên aştiyê li deverê bike û rêyê li her xetereke ku zirarê bide berjewendiyên bilind ên gelê Kurd bigire.

 

Basnews

Top