• Wednesday, 04 March 2026
logo

Berpirsekî nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê: Hewlêr, stûyê xwe li hember êrîşên tirsonekî natewîne

Berpirsekî nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê: Hewlêr, stûyê xwe li hember êrîşên tirsonekî natewîne

Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê di daxuyaniyekî li ser tora civakî ya facebookê de, ew êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û Hewlêrê wek êrîşên tirsonekî pênase kir.


Rêveberê giştî yê karûbarên peywendî û dûvçûnan li nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Bextiyar Hacî Hemed diyar kir: '’Herêma Kurdistanê siyasetekî hevseng û aram birêve dibe. Lê gelek dijmin jî li erdê dane û ew kûçik û beredayiyên naha Hewlêr û Herêma Kurdistanê bi rêya dron û mûşekan dikin armanca êrîşê, dê biçin bo zibildana dîrokê. Herêma Kurdistanê jî dê her hebe û ber bi pêşkeftinê ve pêngav bavêje.’’

Herwaha diyar kir: '’Dewleta Iraqê eger bi rastî dewlete û serweriya wê heye û Herêma Kurdistanê jî wek beşekî Iraqê dizane, pêwîste rêgiriyê li wan êrîşan bike û wan kûçik û beredayiyan bigre. Ji ber ku ew kiryar dijî siyaseta giştî ya dewletê ne.’’

 

Basnews

Top