• Sunday, 08 February 2026
logo

KCK: Tirkiye nikare Kurdan li hemberî hev bide şerkirin

KCK: Tirkiye nikare Kurdan li hemberî hev bide şerkirin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê derbarê êrişên Tirkiyê, taybet jî êrişa bo ser Kunemasî li Silêmaniyê, daxuyaniyek belav kir û got, Tirkiye, “nikare Kurdan li hemberî hev bide şerkirin.”

Hevserokatiya KCKê diyar dike, “dewleta Tirk a ku li dijî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, timî êrişê dibe ser Rojava, Başûrê Kurdistanê, Şengal û Mexmûrê, dijminatiya xwe yekser li dijî bajarê Silêmaniyeyê ragihand.”

KCK dibêje, “Silêmaniye yek ji bajarên destpêkê ye ku welatparêziya Kurd a hemdem lê şîn bû û ronakbîriyek bi vî rengî bi pêş ket. Yek ji bajarên sereke yên Kurdan e ku hestên xwe yên welatparêziyê li pêş e û hesreta li yekîtiya neteweyî mezin e. Dewleta Tirk a dijminê Kurdan, bi esasî êrişê dibe ser çanda dîrokî û paşeroja Silêmaniyeyê.”

Hevserokatiya KCKê diyar dike, “Em dizanin ku dewleta Tirk bi zexta li partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê wê polîtîkayê dimeşîne ku wan li hemberî PKKê rakin û bidin şerkirin” û behsa wê dike Tirkiye bi rêya wê êrişa bo ser Kunemasî dixwaze, “zextê li YNKê bikin û li ber PKKê rake.”

Di daxuyaniyê de amaje bi wê jî hatiye kirin, “PKK û YNK ku partiyên ji hev cuda ne, dibe ku rexneyan li hev bikin. Dema ku pêwîstî pê hebû em rexneyên xwe ji YNKê re radigihînin. Lêbelê êriş û zextên dewleta Tirk wê nikaribe YNKê û Tevgera me ya Azadiyê li ber hev rake.”

Herwiha KCK amaje bi daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî dike û tekez dike, “Dewleta Tirk û Çavuşoglu çi dikin bila bikin, wê nikaribin Kurdan li hemberî hev bidin şerkirin, wê bi ser nekevin.”

Roja derbasbûyî, 26ê Hezîranê di encama êrîşeke esmanî ya Tirkiyê de bo ser Seyrangeha Kunemasî li Şarbajêr a Silêmaniyê, kesekî jiyana xwe ji dest dabû û 6 welatiyên sivîl jî birîndar bûbûn.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) jî îro derbarê bombebarana li Seyrangeha Kunemasî ragihand, di wê êrişê de endamên wan bûne armanc û di encamê de gerîlayekê wan canê xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne.

Rudaw
Top