Nexwaşxaneya taybet a vîrusa koronayê li Kelarê tê çalak kirin
Cîgirê rêveberê giştî yê tenduristiya Germiyanê Ebas Ebdulezîz ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hejmarek ji bijîşkên Germiyan û Silêmaniyê bo çalak kirina nexwaşxaneya Qela li Kelarê projeyek ji tenduristiya Germiyanê re pêşneyar kirin û tenduristiya Germiyanê jî kar bo bicîhanîna wê dike.’’
Herwaha got: ‘’Rêveberiya giştî ya tenduristiya Germiyanê amadekarî dike bo vekirina beşa plazma nav wê nexwaşxaneya taybet a koronayê li bajarê Kelarê. Ji bow ê jî heftiya pêş dê tîmek ji banka xwîn û labaratovar a tenduristiya Germiyanê bên bo vekirina beşa taybet a xizmetên amade kirina plazma û serdana parêzgeha Silêmaniyê dê bikin ku wek çareseriya bo pêketiyên vîrusa korona pişt pê ve tê girêdan.’’
Basnews
