• Friday, 27 February 2026
logo

Dilşad Hîranî: Jîngeha Hewlêrê bi awayekî berçav paqij bûye

Gulan Media February 27, 2026 Corane
Dilşad Hîranî: Jîngeha Hewlêrê bi awayekî berçav paqij bûye

Rêveberê Fermangeha Jîngeha Hewlêrê ragihand, ji ber girtina jenatorên taxan û cîbicîkirina projeyên stratejîk ên hikûmetê, jîngeha Hewlêrê bi awayekî berçav ber bi paqijbûnê ve diçe.

Rêveberê Jîngehê Dilşad Hîranî îro 27ê Sibata 2026an, ji Kurdistan24ê re diyar kir, di nava salên borî de jîngeha Hewlêrê pir qirêj bûbû, lê piştî pêngavên cidî yên hikûmetê yên di Cotmeha sala borî de, guhertineke mezin pêk hatiye.

Hîranî got jî: "Li gorî pîvera cîhanî ya kalîteya keşûhewayê (AQI), sala borî di van deman de rêjeya qirêjiya hewayê li Hewlêrê di navbera 170 û 180an de bû. Lê niha ev rêje daketiye navbera 70 û 80yî."

Hîranî tekez kir ku girtina molîdeyên taxan, çêkirina pond û bendavan û her wiha "Projeya Rûnakî" (dabînkirina elektrîka 24 saetî) hincetên sereke yên vê serkeftinê ne.

Nexşerêya Serokwezîr ji bo parastina jîngehê

Ev encam piştî wê civîna taybet a di 12ê Çileya 2025an de hatin ku bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatibû lidarxistin. Serokwezîr di wê civînê de tekez kiribû ku: "Parastina jîngehê beşeke giring a karnameya hikûmetê ye û parastina sirûşta Kurdistanê erkê me hemûyan e."

Di çarçoveya wê civînê de, ev biryarên giring hatibûn girtin:

Yekem: Her parzûngeh yan karxaneyeke ku kar li derveyî rênimayiyan bike û jîngehê qirêj bike, dê rêkarên yasayî li hemberê werin girtin.

Duyem: Berhemanîn û qaçaxçîtiya sotemeniya xerab a otomobîlan hat qedexekirin. Herwiha sînorek jî ji bo şewitandina gaza ligel neftê li kêlgehan hat danîn.

Sêyem: Xwediyên jenatorên hatin neçarkirin ku fîltreyên deng û qirêjiyê bikar bînin.

Çarem: Bikaranîna ava qirêj û ava kanalîzasyonê ji bo avdana sebze û zeviyên çandiniyê bi temamî hat qedexekirin.

 

K24

Top